Snookerbazê îranî bo cara sisêyan bû qaremanê Asyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i340201-snookerbazê_îranî_bo_cara_sisêyan_bû_qaremanê_asyayê
Snookerbazekî îranî bo cara sisêyan bû qaremanê Asyayê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 17, 2023 14:31 Asia/Tehran
  •  Snookerbazê îranî bo cara sisêyan bû qaremanê Asyayê

Snookerbazekî îranî bo cara sisêyan bû qaremanê Asyayê.

Emîr Serxoş snookerbazê îranî di pêşbirka fînalê da 5-1 li reqîbê xwe yê ji Malêzîyê bir û bo cara sisêyan bû qaremanê Asyayê.

Serxoş berî vîya di qonaxa komkî da ji reqîbên ji Sûrîye, Urdin û Imaratê bir û wek kesê yekê yê koma tê da derbasî qonaxa diduyan a pêşbirkan bû.

Snookerbazê îranî di qonaxa diduyan da jî 4-2 li reqîbê ji Efxanistanê Salih Mihemed bir û di qonaxa bijartina 4 kesên serkevtî da jî ji reqîbekî hong kongî bir û di pêşbirka 4 serkevtîyan da jî ji reqîbê xwe yê ji Hindê bir û bo cara pêncan derbasî fînala van pêşbirkan bû.

  Emîr Serxoş berî vîya jî 2 caran bibû qaremanê Asyayê.

Pêşbirkên Snookera Qaremanîya Asyayê bi pişkdarîya 25 welatan 6 rojan bi mazûvanîya Qeterê li şarê Duheyê hatin lidarxistin.