Çile 17, 2023 20:23 Asia/Tehran
  • Alîkarê Pûtîn: Werzîşa Rûsiyê meraq dike beşdarî pêşbirkên asyayî bibe

Alîkarê serokkomarê Rûsiyê got: Pirraniya federasyonên werzîşê li vî welatî hez dikin beşdarî pêşbirkên asyayî bibin.

Li gorî rapora Mehr News'ê, Igor Levitin Alîkarê Serokkomarê Rûsiyê roja Sêşemiyê tevî taximekê di hevdîtina digel Seyid Hemîd Secadî Wezîrê Werzîş û Cewanan ê Îranê da got: Werzîş beşeke girîng ji jiyanê ye û di rewşa ku werzîşa Rûsiyê hatiye boykotkirin da, Îranê derfeta têkiliyên di warê werzîşê da pêk aniye.

Igor Levitin got: Komîteya Olempîka Asyayê bi caran ev amadetî ragihandiye ku Rûsiye jî tev li vê komîteyê bibe û eger Rûsiye beşdarî pêşbirkên asyayî bibe, dê peywendiyên Îran û Rûsiyê di warê werzîşê da zêdetir ji berê bin.

 

Serepeyv