Cotmeh 17, 2022 18:32 Asia/Tehran
  • Serokê Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê: Îran ji stûnên sereke yên tevgera Para-Olempîkê ye

Serokê Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê di hevdîtina digel Wezîrê werzîş û xortan da, Îran ji stûnên tevgera Para-Olempîkê da zanîn.


Raşid Macid, Serokê Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê di hevdîtina digel Seyid Hemîd Secadî, wezîrê werzîş û xortan da, Îran ji stûnên tevgera Para-Olempîkê da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Mehmûd Xosrewî Wefa serokê Komîteya neteweyî ya Para-Olempîkê û seyid Hemîd Secadî werzîrê werzîş û xortan digel Raşid Macid, Serokê Komîteya Para-Olempîkê ya Asyayê civiyan.

Xosrewî Wefa di vê hevdîtinê da tevî amajeya bi hevkariyên Îranê digel civatên navneteweyî bi taybet Komîteya navneteweyî ya Olempîka Asyayê, got: Em hewil didin rewşekê amade bikin ku potensiyelên Îranê ji bo pêşketina werzîşa astengdar û canbazan li navçeyê were sûdwergirtin.

Serepeyv