Cotmeh 12, 2022 12:15 Asia/Tehran
  • Îran; Mazûvanê şampiyoniya voleybola mêran a Asyayê di sala 2023 de

Konfederasyona Voleybolê ya Asyayê mazûvaniya 22emîn pêşbirkên şampîyoniya voleybolê ya mêran a sala 2023`an radestî Îranê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, Konfederasyona Voleybolê ya Asyayê ragihand ku ew daxwaza Komara Îslamî ya Îranê ji bo mazûvaniya pêşbirkên qaremaniya mêran a Asyayê ya sala 2023`an qebûl dike.

Konfederasyona Voleybolê ya Asyayê ji bo lidarxistina van pêşbirkan tebaxa 2023an pêşniyar kiriye û Federasyona Voleybolê ya Îranê jî li gorî salnameya xwe ya îcrayê dê dema dawî eşkere bike.

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê ku di sala 2003`an de yekem mîdala xwe bi rengê tûnc li vê pêşbirkê bi dest xistibû, di salên 2011, 2013, 2019 û 2021`an de medalên zêr bi dest xistibûn û bû qehremanê Asyayê.

Her du medalên zîv ên sala 2009 û 2015`an ji destkeftên din ên volîbola Îranê li pêşbirkên qaremaniya volîbola mêran a Asyayê ne û tîma neteweyî ya volîbolê ya Îranê li sala 2023`an a Têhranê, lê digere pêncemîn şampiyoniya xwe bi dest bêxe.

21 pêşbirkên qehremaniya voleybolê ya mêran a Asiyayê bi mazûvaniya 12 welatên vê parzemîna kevn bi rê ve çû, Komara Îslamî ya Îranê bi çar mazûvanî li salên 1999, 2011, 2015 û 2019`an di serê vê tabloyê de cih digire û voleybola Îranê di 2023 de dê pêncemîn mazûvaniya xwe ya van pêşbaziyan bi rê ve bibe.

Serepeyv