Serketina hevgav a tîmên Rom û Inter Milan`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i336178-serketina_hevgav_a_tîmên_rom_û_inter_milan_ê
Tîma Futbolê ya Romê bi serketina himberî reqîbekê 3 xalên pêşbirkê bi dest xistin û di rêza yekê ya xişteya Sûpêrlîga Futbola Îtalîyayê da cî girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 31, 2022 07:36 Asia/Tehran
  • Serketina hevgav a tîmên Rom û Inter Milan`ê

Tîma Futbolê ya Romê bi serketina himberî reqîbekê 3 xalên pêşbirkê bi dest xistin û di rêza yekê ya xişteya Sûpêrlîga Futbola Îtalîyayê da cî girt.

Di hefteya çaran a pêşbirkên Sûpêrlîga Futbola Îtalîyayê da 2 pêşbirkên hestyar ên din hatin lidarxistin. Di pêşbirka yekê da tîma Romê wek tîma mazûvan li werzişgeha Olempîyakoyê derket pêşberî tîma Monzayê û karî ku 3-1 li tîma mêvan bibe û di rêza yekê ya xişteya Sûpêrlîga Futbola Îtalîyayê da cî bigire.

Paolo Dîbala di vê pêşbirkê da 2 gol ji bo Romê tomar kirin û gola sisyan jî Îbanêz tomar kir.

Di pêşbirka din a ku şeva buhurî hat lidarxistinê da, tîma Întêrê 3-1 li tîma Kirêmonzê bir.