Bidawîhatina sîyemîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Bedmîntonê yên Kapa Fecr`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i331948-bidawîhatina_sîyemîn_dewra_pêşbirkên_navnetewî_yên_bedmîntonê_yên_kapa_fecr_ê
Sîyemîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Bedmîntonê yên Kapa Fecr`ê bi nasandina kesên serketî li Şîrazê bi dawî hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2022 12:14 Asia/Tehran
  • Bidawîhatina sîyemîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Bedmîntonê yên Kapa Fecr`ê

Sîyemîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Bedmîntonê yên Kapa Fecr`ê bi nasandina kesên serketî li Şîrazê bi dawî hat.

114 werzişkar ji 16 welatan mideha 5 rojan di çarçova sîyemîn dewra pêşbirkên navnetewî yên Bedmîntonê yên Kapa Fecr`ê da ketin rikeberîyê.

Di pişka takekesî ya mêran da, tîmên Hind û Ukraynê di rêza yekem û duyem da û werzişkarên Purtugal û Hindê bi awayê hevpar di rêza sêyem da cî girtin.

Di pişka dukesî da, werzişakrên Endonêzî û Îranê mîdalên zêr û zîv û werzişkarên Ûrsêt û Hindê jî mîdala boronz bi dest xistin.

Di takekesî ya jinan da jî werzişkarên Hind û Endonêzîyê di rêzên yekem û duyem da cî girtin û welatên Ûrsêt û Hindê jî di rêza sêyem da cî girtin.

Di pişka dukesî ya jinan da jî tîmên Ûrsêt û Îranê mîdalên zêr û zîv bi dest xistin û 2 tîmên din ên Îranê jî mîdala boronz bi dest xistin.