Tîma fûtsal a Îranê li hemberî tîma Îtalyayê bi ser ket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i330842-tîma_fûtsal_a_Îranê_li_hemberî_tîma_Îtalyayê_bi_ser_ket
Tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê di yekemîn pêşbirka xwe ya dostane li hemberî tîma futsala Îtalyayê bi ser ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 21, 2021 19:20 Asia/Tehran
  • Tîma fûtsal a Îranê li hemberî tîma Îtalyayê bi ser ket

Tîma neteweyî ya futsalê ya Îranê di yekemîn pêşbirka xwe ya dostane li hemberî tîma futsala Îtalyayê bi ser ket.

Li gorî rapora nûçegihanê Mêhr`ê, Tîma futsalê ya Îranê li yekemîn pêşbirka xwe ya amadekariyê duşemiyê şev li hemberî Îtalyayê bi encama 6-4 bi ser ket.

Di vê lîstikê de ku saet 20:45 (bi dema Tehranê) li bajarê Salsomajore hate lidarxistin, Mehdî Kerîmî (3 caran), Mihemed Şecerî, Husên Teyibî û Seîd Ehmed Ebasî ji Îranê re gol avêtin.

Duyemîn pêşbirka her du tîman îro sêşemê li dar ket ku derbarê encama wan hîn nûçe neketiye destê me.

Îtaliya xwe ji bo beşdariya di pêşbirkên şampiyoniya Euro 2022 de amade dike û maça li hember Îranê jî dawîn lîstika amadekariya vê tîmê ye.