Barcelona ji hêz ketiye; Real, El Clsicoo qezenc kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i329605-barcelona_ji_hêz_ketiye_real_el_clsicoo_qezenc_kir
Tîma Futbolê ya Real Madrîdê di pêşbirka El Cl‌sico de bi encama 2-0 li hember Barcelonayê bi ser ket û di rêza yekem a La Lîgayê de cih girt.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 24, 2021 18:44 Asia/Tehran
  • Barcelona ji hêz ketiye; Real, El Clsicoo qezenc kir

Tîma Futbolê ya Real Madrîdê di pêşbirka El Cl‌sico de bi encama 2-0 li hember Barcelonayê bi ser ket û di rêza yekem a La Lîgayê de cih girt.

Li gorî rapora IRNA`yê; Îro berêvarê (Yekşem) di pêşbirka herî hestyar a hefteya dehemîn a Lîga Futbolê ya Kulûbên Spanyayê de, Barcelonayê li yarîgeha "Camp Nou"yê mazûvaniya hevrikê xwe yê kevneşopî Real Madrîd kir û di vê têkoşana hestiyar de Real Madrîdê bi encama 2-0 bi ser ket. 

Lîstik di demekê de dest pê kir ku Barcelona piştî cudabûna "Lionel Messi" rojên dijwar derbas dike û di bin rahêneriya "Ronald Koeman" de ne di rewşek aram de ye. Real Madrîd jî bi birêveberî û pêşengiya Carlo Ancelotti, xwe wekî rikberek cidî ya Qehremaniyê nîşan dide.