12 tîmên mezin ên futbolê, Lîga Super a Ewropayê ava kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i325750-12_tîmên_mezin_ên_futbolê_lîga_super_a_ewropayê_ava_kirin
12 tîmên mezin ên futbolê Lîga Super a Ewropayê ragihandin. UEFA û FIFAyê biryar şermezar kirin. Serokwezîrê Brîtanyayê jî hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 20, 2021 12:45 Asia/Tehran
  • 12 tîmên mezin ên futbolê, Lîga Super a Ewropayê ava kirin

12 tîmên mezin ên futbolê Lîga Super a Ewropayê ragihandin. UEFA û FIFAyê biryar şermezar kirin. Serokwezîrê Brîtanyayê jî hişyarî da.

12 tîmên mezin ên futbolê Lîga Super a Ewropayê ragihandin. UEFA û FIFAyê biryar şermezar kirin. Serokwezîrê Brîtanyayê jî hişyarî da.

Tîmên Arsenal, Chelsea, Liverpool, Manchester City, Manchester United û Tottenham ên Lîga Premier a Îngîltereyê, Atletico Madrid, Barcelona û Real Madrid ên La Ligaya Spanyayê û Milan, Inter Milan û Juventus ên Seria A ya Îtalyayê ragihandin ku wan Lîga Super a Ewropayê (ESL) ava kirine.

Li gor daxuyaniya hevbeş a wan tîman, Serokê Real Madrîdê Florentino Perez di heman demê de wek Serokê Lîga Super a Ewropayê (ESL) hatiye destnîşankirin.

Damezrênerên ESLê diyar jî kirine ku ew dixwazin hevkariyê li gel UEFA, FIFA û federasyonên futbolê yên Ewropa û cîhanê bikin û “baştirîn encaman bidest bixin.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ev tîmên damezrênerên lîga nû wek pêşekî dê 3,5 milyar euro (4,19 milyar dolar) hîbe werbigirin.