Derbasbûna bo dewra 1/16 Kûpaya Futbolê ya Îranê
Sibat 23, 2021 18:05 Asia/Tehran
Tîma Pas bi têkbirina tîma Şaredariya Bam derbasî qonaxa 1/16 a Kûpaya Futbolê ya Safîkirinê bû.
Li gorî IRNA, di vê lîstika, ku vê êvarê (Sêşem) bi mazûvaniya Stadyuma Şehîd Hacî Babaei li Meryancê hate lidarxistin, tîmê Pasê Şaredariya Bam 3-0 têk bir.
Ebulfezl Zomordi, Resûl Rezyî û Meqdad Ekberxwah ji bo tîma pasê li Şaredariya Bamê sê gol tomar kirin.
Merasîma pişkavêtina qonaxa 1şanzde-yekê(1/16) ya Kûpaya Safîkirina welêt (Bîranîna Rizgariya Xuremşehrê) dê vê Înê ya vê heftê were lidarxistin.
Di vê qonaxê de, 16 tîmên ji Lîga Premier û 16 tîmên ku ji qonaxa sêyemîn a pêşbaziyê bi pişkavêtinê dê hevrikên xwe nas bikin.
Pêşbaziyên qonaxa şanzde-yekê dê di 11 û 12ê Adarê ya vê mehê de bêne lidarxistin.