Mijdar 07, 2020 11:16 Asia/Tehran
  • Qehremana par a Lîga sereke ya Beskitbala Jinan a Îranê li hemberî Tîma Mehramê derda

Hefteya yekem a pêşbirkên Koma yekem a Lîga sereke ya Beskitbala Jinan a Îranê bi serketina Tîma Mehramê li hemberî Qehremana sala par a vê lîgê bi dawî bû.

Li gorî rapora ISNAyê, Hefteya yekem a Pêşbirkên Lîga sereke ya Beskitbala Jinan a Îranê di Koma yekem da ku ji Pêncşemiyê destpê bûbû, roja Îniyê bi du pêşbirkan hat şopandin.

Di van pêşbirkan da Tîma Behmena Têhranê wek qehremana sala par çû pêşberê Mehrama Têhranê û di dawî da Mehram bi encama 79-75 bi ser ket.

Pêşbirkên hefteya yekem a Koma duyem jî dê ji roja Pêncşemiyê 12ê Mijdarê va destpê bibin.

 

 

Serepeyv