Dayîna alîkariya malî ji bo lotikvanên ku şansa wan a bidestxistina para Olemîkê heye
Tebax 11, 2020 18:41 Asia/Tehran
Fedrasiyona Lotilvaniyê ya Îranê biryar da alîkariya peretî bide lotikvanên ku şansa wan a bidestxistina para Olempîk heye.
Li gor ISNAyê Fedrasiyona Lotikvaniyê ragihand ku civîna Komîteya Teknîkî ya Roîng, Kano û Kayak li dar ket û tê de fedrasiyonê biryar da li gor piştrastkirina komîta teknîkî alîkariya malî bide wan werzişkaran ku şansa xwe ya standina para Olempîk hene.
Li gor vê yekê 4 werzişkarên jin û mêr ên kûrsa Roîng ku ji aliyê perwerdekaran wek kesên ku şansa bidestxistina para Olempîkê hene, tên nasandin li gor piştrastkirina Komîta teknîkî dikarin alîkariya malî ji Fedrasiyonê bistînin.