Tebax 05, 2020 18:18 Asia/Tehran
  • Bidawîhatina Superlîga Besketbala jinan a Îranê

Merasima bidawîhatina Superlîga Besketbala jinan a Îranê li talara Besketbalê ya Azadî li dar ket.

Li gor ISNAyê , merasima pêşkêşkirina Kûp û medala tîmên yekem heya sêyem a Sûper Lîga Besketbala jinan bo nûnerên tîman îro li talara Besketbalê ya Azadî li dar ket. Di vê merasimê de besketbalîst û hogirên besketbalê û mêvanên taybet beşdarî kirin.

Li vê merasimê de Mehîn Ferhadîzad alîkara wezareta werziş û ciwanan li beşa jinan  ji nav beşdaran re got: Ez sipasiya gişt berpirsên besketbal û werzişa welêt dikim ku di rê ji bo beşdariya keç û jinên me yên besketbalîst li qadên navneteweyî serast kirine. Zêde ji viya perwerdekar û dawerên me yên jin jî karîne ku vê derfetê bikar bînin û ji xwe re cih û şûneke baş di nav werzişê de peyda bikin.

Li dawiya merasimê de nûnerên tîmên Grûpa Behmen -Tehran , Jinên bajarê Gurganê û Namî Nû (Navek Nû) ya Îsfehanê bi rêz ve li pileyên yekem heta sêyem cih girtin  û Kapa û medalên xwe ji destê berpirsa fedrasiyên Ferhadîzad standin.

Serepeyv