Tîrmeh 15, 2020 19:24 Asia/Tehran
  • Ragihandina dema Kûpa Cîhanî 2022, mêvaniya mezin a Qeterê 21 Teşrîna 2022 despê dibe

Li gor IRNA, Fedrasiyona Fûtbolê a Cîhanê (FIFA) bername û dema pêşbirkeyên Kûpa Cîhanî ya 2022 ya Qwtwrê diyar kir. gor IRNA,

Wêneya sembolîk a kûpa cîhanî û şampiyona Fransayê li werzişgeha Lojenîkî ya Rûsyayê hîn ji bîra hogirên wê neçûye û rast du sal piştî wê di roja 15 Tîrmeha 2018 diyarkirina dema hevrikiyên nusxeya din a vê torenmentê, cîhana fûtbolê ji bo xewn û xeyala despêkeke nû vedixîne, xewn û mirazê ku niha dem û cihê wê diyar û rohn bûye.

Werzişgeha El-Beyt ku 60 hezar temaşevanan digire roja duşemê 21 Teşrîna 2022 dibe cihê mazûvaniya Torenmenta Qeterê.

Dema pêşbirkeyên komî li gor wextê xwecî saetên 13, 16, 19 û 22 ne û hevrikiyên hevdem ên dewra dawiyê qonaxa komî û wêdadayînê di navbera saetên 18 û 22 li dar dikevin.

Werzişgeha navneteweyî ya Xelîfe dibe mazûvanê hevrikiya rêzbendiyê li 17 Kanûna 2022.

Fînal jî roja piştî wê anku hefteyek berî betlaneyên Krîsmesê wê li dar keve. Ev werzişgeh cihê 80 hezar temaşevanan digire.