Tîrmeh 11, 2020 10:46 Asia/Tehran
  • Dema lidarxistina Pêşbirkên Bijartinê yên Kupa Cîhanî ya Qeter-2022 li Amerîkaya Başûr diyar bû

Li gorî ragihandina FIFA'yê, Dewama Pêşbirkên Bijartinê yên Kupa Cîhanî ya Qeter-2022 dê Cotmeha 2020î be.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê Sport24'ê, Vîrûsa Koronayê bû bayîs ku Pêşbirkên Bijartinê yên Kupa Cîhanî ya Qeter-2022 li Amerîkaya Latînî paşda bikevin.

Ev pêşbirk biryar bû di Adara 2020î da bên lidarxistin, lê Koronayê rê neda.

Niha FIFA'yê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku Dewama Pêşbirkên Bijartinê yên Kupa Cîhanî ya Qeter-2022 dê Cotmeha 2020î be.