Tîrmeh 11, 2020 10:21 Asia/Tehran
  • Mîhrîcana Çand û Hunerê ya 7`emîn li Qamişloyê dest pê kir

Rêxistineke rewşenbîriyê ya kurdî li bakurê Sûriyê duh li Qamişloyê dest bi 7'emîn Festîvala Çand û Hunerê kir û dê festîval dê 8 rojan bidome.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Di destpêkirina festîvalê de beşek hunermend, helbestvan, rewşenbîr, nivîskar, endamên saziyên sivîl û endamên desteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê amade bûn.

Li ser navê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê jî Ednan Îbrahîm axivî û bal kişand ser rola têkoşeran di parastina xakê de û got ku ev yek ji helbestvan, hunermend û wêjevanan re jî derbasdar e, ji ber ku dikarin bi qelema xwe û berhemên xwe li dijî hemû awayên dagirkerî û bindestiyê bisekinin.

Di festîvalê de tabloyên ku bi qelema qurşînî û rengên zeytî hatine xêzkirin û rastiya kelepora kurdî nîşan didin, hatin nîşandan. Ligel vê yekê şanoyeke bi nave "Nizanim çi bêjim" hat lîstin û Koma Çiyayê Kurmênc û Koma Serêkaniyê jî bi çend stranên xwe reng dan festîvalê.