Tîrmeh 09, 2020 13:57 Asia/Tehran
  • E-kovara sînemayê 'Temaşe' derket

E-kovareke din a kurdî beşdarî e-xebatên kurdî dibe: Temaşe. Temaşe ku wekî e-kovar vê mehê dest bi weşana xwe kir ji niha û pêde sê mehan carek dê bê weşandin. E-kovara sînemayê di vî warî de dê nivîs û nirxandinên cur bi cur pêşkêş bike.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, "Xwedî û berpirsên e-kovara sînemayê "Temaşe"yê Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus in. Wan li ser armanca kovarê wisa gotiye, "Di vê kovarê de heta ji destên me bê em ê mijarên li ser sînemayê bixwînin û bibînin; sînemaya dinyayê, dîroka wê, fîlmên kult, derhênerên mezin, fîlmên mijarkurd, fîlmên kurdî, derhênerên kurd û helbet fîlm û sînemaya aktuel û populer. Zimanê kovarê bi kurdî ye û hemû zarava wê tê de cîh bigirin ku daxwaza me ev e. Helbet nivîs û gotarên balkêş, nirxandinên hûr û kur û danasînên bi kurt û kurmancî jî wê hebin."

Di hejmara yekemîn de cih derhênerê kurd Alî Kemal Çinar xistine berga kovarê. Ligel Çinar hevpeyvînek hatiye kirin. Çinar qala sînemageriya xwe kiriye.

Mehmet Irfan Hekimoglu bi navê "Sînema û Mîzah" li ser vê beşê sekiniye, ji "Kîbar Feyzo"yê Atif Yilmaz heta Charlie Chaplin, heta "Tom and Jery" mînakên di vî warî de pêşkêş kiriye. Mutlu Can jî bi kirmanckî bi sernavê "Sînemaya Nêmcetmenda: Thedoros Angelopoulos" li ser sînemaya derhênerê yewnanî nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Hebûn Polat jî di bin sernavê "Dibistana Sinemaye: Tevgerên Kamerayê" de di vî warî de derseke biçûk nîşan daye.

Her wiha li ser dîroka sînemaya kurdî, sînema û edebiyat, sînema û mîzah, pêşniyarên ji bo temaşekirina fîlman hin nivîs hatine weşandin.

Di vê hejmara yekê de ji bilî van Dawid Jikevir, Mehmûd Beyto, Dr. Totawad Nagnath Ramrao (Werger Roşan Lezgîn), Berrîn Şemdîn, Mîrxas Emer, Cîhan Ulus, Amed Hesen, Cahid Başkara, Medyayî, Ozal Surmelî bi nivîsên xwe ked dane kovarê."