Tîrmeh 08, 2020 17:48 Asia/Tehran
  • Serokê encumena bezîna li dora meydanê yê nebîstokan ji betalbûna rahênên vê kûrsê xeber da

Serokê encumena bezîna li dora meydanê yê werzişkarên nebîstokan got: Ji ber rewşa vê demê bernamên vê encumenê yên ji bo beşdariya li pêşbirkeyên bijartî û rahênanên bezîna li dora meydanê ya tîma neteweyî bona amadetiya li pêşbirkeyên cîhanî betal bû.

Li gor gotina Ehmed Gûderzî 12 werzişkarên tîma neteweyî li warên curbicur ên bezîna dora meydanê ji çend parêzgehan ji bo kampa amadekariyê hatibûn vexwendin û biryar bû ev kempa roja 10 ya Tîrmehê li dar keve bona amadekirina wan ji bo pêşbirkeyên cîhanî, lê ev rahênan û pêşbirkeyên bijartî ji ber bi metirsîbûna ketina bi Koronayê li gor destûra wezareta werziş û ciwanan batil bû.

Pêşbirkeyên cîhanî yên bezîna dora meydanê biryar e li meha duyem a payîzê li Polonyayê li dar kevin. Hîn ti xeberek derbarê îbtalbûna wan tine.