Tîrmeh 07, 2020 09:17 Asia/Tehran
  • Bestekarê mezin ê cîhana sînemayê Morricone mir

Muzîkarê îtalî Ennio Morricone ku heta niha ji bo gelek fîlman muzîk çêkiribû û di nav qada sînemayê de xwedî cihek taybet bû di 91 saliya xwe de wefat kir.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Muzîkarê îtalî Ennio Morricone di 10'ê sermaweza 1928'an de li Romayê tê dinê. Di zarokatiya xwe de dest bi muzîkê dike. Ji bo gelek fîlman û rêzefîlman muzîk çêkiriye ku hejmara wan 500 hebî derbas dike.

Ji fîlmên herî zêde têne zanîn ji beşa "Spafetti Western" (fîlmên kovboyan ku îtalyanan kişandin û ev nav lê kirin) fîlmên wekî "The Goog, The Bad, The Ugly" (derHêner Sergio Leone, 1966) û "Once Upon a Time in the West" (Sergio Leone, 1968) hene.

Morricone di sala 2007'an de ji Oscarê Xelata Rûmetê girt. Dîsa di sala 2016'an de ji bo derhêner Tarantino fîlMê bi navê "The Hateful Eight" kişand û bi vê jî Xelata Oscarê girt. Ji bilî Oscaran, ji BAFTA, Grammy, Locarto, Venedîk û gelek cihên din xelat girtibû.

Çapemeniya Îtalyayê nûçeya nûçeya wefata wî ragihand. Li gor nûçeyên îtalî çend roj berê li erdê ketiye û çokê wî şikiyabû. Morricone şeva çûyî li Romayê, li nexweşxaneyê mir.

Serokomarî peyam weşand

Ew bêşik yek ji muzîkarên navdar ên sedsala 20'an bû. Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella li ser wefata wî daxuyaniyeke weşand û got: "Mirina Ennio Morricone kir ku em ji hunermendekî bijare û jîr mehrûm bimînin. Ew hem muzîkarekî taybet hem populer bû, di nîveka duyemîn a sedsala 20'an de şopek kûr hiştibû."