Tîrmeh 03, 2020 17:17 Asia/Tehran
  • Amara zêde ya pêketiyên Koronayê di nav tîma Fûtbolê ya Fûlada Xûzistanê de

Testa Koronayê ya şeş lîstikvanên tîma Fûtbolê ya Fûlada Xûzistanê pozetîv derket.

Klûpa Fûtbolê ya Fûlada Xûzistanê piştrast kir ku li gor testê şeş lîstikvanên vê tîmê bi Koronayê ketine.

Li gor nûçeya ISNAyê Nikûnam li press konferansa xwe de ya piştî lîstika bi Maşînsaziyê re ragihand ku Ferzad Ceferî bi Koronayê ketiye. Helbet nika wî di hevpeyvînekê de gotiye ku li lîstika bi Maşîndaziyê re 2 lîstikvanên tîma Fûlad bi Koronayê ketibûn. Eva berî viya nedihat gotin.

Rewşa Fûladê ku van rojana baş e, niha ku eşkjera bûye şeş endamên wê bi Koronayê ketine , bi rewşke nediyar re rûbirû bûye û li pêşbirkeya roja yekşema bê li hemberî Nesaciyê, qedera wê nediyar bûye. ji xwe diyar nîne ku ev pêşbirke li dar dikeve an na?