Tîrmeh 02, 2020 21:14 Asia/Tehran
  • Dawerzenî: Berî despêbûna Super lîgê, emê serperwerdekarê tîma neteweyî ya Voleybalê diyar bikin

Serokê Fedrasiyona Voleybala Îranê desnîşan kir ku berî despêbûna super lîgê wê serperwerdekarê tîma neteweyî ya Voleybalê were diyarkirin.

Serokê Fedrasiyona Voleybala Îranê Muhemed Reza Dawerzenî got: Berî despêbûna super lîga voleybalê emê bixebitin serperwerdekarê Tîma Neteweyî diyar bikin. vê demê jî me ji Fedrasiyona cîhanî xwestiye ku mazûvaniya tîma ciwanên nûgihêştî an jî ya ciwanan bidin Îranê ku helbet em pirtir li ser mazûvaniya tîma ciwanên nûgihan bisekinin.

Dawerzenî herwiha got: Me ragihandiye ku em dikarin hevrê bi Îtalyayê re bi awayekî hevpar mazûvaniya hevrikiyên tîmên ciwanan bikin, lê em dikarin bi tenêtî jî mazûvaniya pêşbirkeyên ciwanên nûgihan bikin. Pêşbirkeyên  ciwanên nûgihan terseyê yên ciwanan dikare li welatek bi tenê lidar kevin, vêca em pirtir dixwazin ku mazûvaniya tîmên ciwanên nûgihanê bikin.