Tîrmeh 02, 2020 20:54 Asia/Tehran
  • Perspolîs bi serketina li hemberî Peykanê gihêşte rekord heşt birinêbn bi dû hev

Tîma Fûtbolê ya Perspolîsa Tehranê bi serketina li hemberî Tîma Fûtbolê ya Peykanê gihêşte rekord heşt birinêbn bi dû hev yên derveyî mala xwe û ku eva li super lîgê jê re bê mînak e.

Tîma Fûtbolê ya Perspolîsa Tehranê  di çarçova hefteya bîst û duyem a hevrikiyên super lîgê li werzişgeha Sarê Qudsê ji tîma Peykanê 3-0 bir û cihê xwe bi 50 poenan xiste despêka cedwelê.

Ev serketina perspolîê ya heştan bi dû hev li derveyî malê bû ku bû sedem ji rekorda dîroka super lîgê derbas bibe. Perspolîd ji bo cara dawiyê li hefteya şeşan 1-0 ji tîma Şehrê Xodro bir û êdî piştî wê ti poenek derveyî mala xwe ji dest neda.