Hezîran 01, 2020 10:36 Asia/Tehran

Kovara derûnnasiyê ya bi navê "Psychology Kurdî" ku ev 4 sal in weşana xwe didomîne bi hejmareke taybet li pêşberî xwendevanên xwe ye. Ev hejmara taybet li ser vîrusa koronayê hatiye amadekirin.

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, "Psychology Kurdî" çar mehan carek derdikeve û herî dawî destpêka salê hejmara xwe ya 10'an derxistibû. Kovar niha bi hejmareke taybet di vê meha gulanê de derket pêşberî xwendevanên xwe.

Ev hejmar ser hesabên xwe re wekî PDF bê pere hatiye belavkirin. Di kovarê de gelek nivîsên li ser koronayê hene lê jê wêdetir pirtûkek jî wergerandine û ew jî di dawiya kovarê de weşandine. Ev pirtûka ku ji bo tendirustiya derûnî wekî rêberek e ji aliyê “Komeleya Tendirustiyê” (The Wellness Society) ve hatiye amadekirin. Pirtûka bi navê “Bo Vîrûsa Koronayê Pirtûka Xebatê ya Anksiyeteyê”  (Coronavirus Anxiety Workbook) ye ji 30 rûpelan pêk tê.

Di vê hejmarê Prof. Dr. Dr. Jan Îlhan KIZILHAN bi nivîsa xwe ya “Tendirustiya Derûnî û Pandemiya Covîd-19ê” derbarê şewbê xwendevanan agahdar dike û li tendirustiya derûnî dikole.

Derûnbijîşk Dr. Azad DILDAR nivîsa “Psî-Korona Şewba Xedar û Derûniya Mirov”, Derûnnas Siyabend ASLAN nivîsa “Vîrûsa Koronayê û Derûniya Mirovan” û Derûnnas Leyla NISÊBÎNÎ jî nivîsa “Şewba Koronayê û Bertekên li Hember Wê” nivîsîne û li ser mijarê sekinîne.

Kenan Ormek jî ligel hin wêjekaran axivîye û bi navê "Di rojên koronayê de jûra wêjekaran" nivîsa xwe pêşkêş kiriye.

Her wiha di vê hejmara taybet de nivîsên kesên wekî  Dr. Necat KESKÎN,  Derûnnas Yusuf SİYAHTAŞ,  Şêwirmendê Derûnî Erdal GUL,  Derûnnasê Klînîkî Newroz Xebat YILDIRIM û Derûnînas Serwer Rêzikê hatine weşandin.