May 31, 2020 17:49 Asia/Tehran
  • Endamên Tîma SAIPAyê ji bo cara duyem testa Koronayê cih anîn

Endamên Tîma Fûtbolê ya SAIPAyê piştî bidawîbûna kampa vê tîmê li Kerecê, ji bo cara duyem testa Covid-19 anku Koronayê pêk anîn.

Endamên Tîma Fûtbolê ya SAIPAyê piştî bidestxistina destûra meşq û rahênana komî li Gundikê Sporê ya Kerecê ji bo şeş rojan kamp li dar xist, daku li ciheke girtî û kampî rahênanên xwe berdewam bikin. 

Duh 30 Gulanê ev kampa wan a şeş rojî bi dawî hat û îro dema bêhnvedanê dan endamên vê tîmê da ku di vê çarçovê de Klûpa Saipayê  testa duyem a Korona PCR derbarê wan cih bîne.

Dewra din a meşq û rahênana endamên tîma SAIPAyê piştî diyarbûna encama testê ji aliyê kadroya teknîkî wê were ragihandin.