May 31, 2020 17:25 Asia/Tehran
  • PSG aqubet bi Icardi re rêketinnama dayim îmza kir

Klûpa Paris Saint-Germain (PSG) aqubet bi Mauro Icardi re rêketinnameke hertimî îmza kir.

Klûpa Inter Millan di daxuyaniyekê de ragihand: Mauro Icardire êrişkarê tîma Inter Millan ku di sala 1993 de hatiye dinê ji bo hertimî bû endamê tîma Paris Saint-Germain a Fransayê.

Icardi berî ku demsala Le Championnet (Lu Şampiyonê) ji ber pandemiya Koronayê bi fermî li 30 Nîsanê bi dawî bibe û PSG wek qehreman were îlankirin, dereqa 31 lîstikan li ser hev 20 gul gihandin encamê.

Ev zilamê Arjantînî ji dema endambûna kirêyî  ya berwext ji aliyê Inter Mîllanê bo PSG , hertim  ji bo tevlîbûna pêkhatiye serke ya PSG bi Edinson Cavani(Kavanî) êrişkarê tîma Uraguayê ku baştirîn gulerê vê tîmê ye û rêketinnama wî 30 30 Hezîranê bi dawî dibe, hevrikî dikir .