-
Li Mêrdînê - Dadgehê 49 sal ceza li kesê destdirêjî 3 zarokan kir birî
Kanûn 09, 2020 00:35Li Navçeya Qoserê ya Mêrdînê dadgehê 49 sal û 2 meh ceza li Ridvan O. yê destdirêjî 3 zarokan kiribû birî.
-
Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran li Tirkiyê jiyana xwe ji dest da
Kanûn 09, 2020 03:55Li gorî Rapora Cînayetên Kar a meha Mijdarê ya Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), 294 karkeran jiyana xwe ji dest da, di 11 mehên sala 2020'an de jî herî kêm 2 hezar û 32 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
-
Tirkiyê sînorê Batîfa ya Zaxoyê bombebaran kir
Kanûn 08, 2020 20:36Rêveberê Bajarokê Batîfayê ji Rûdawê re ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê nêzîkî gundê Banka Jor û Banka Jêr ên li sînorê vî bajarokê Zaxoyê bombebaran kirine û li gor zanyariyan otomobîleke PKKê li nêzîk gundê Banka Jor bûye armanc. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di êrîşekê de li bakurê Iraqê 11 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
-
Hejmara goriyên Koronayê li Tirkiyê zêde dibin
Kanûn 08, 2020 20:17Li Tirkiyê di 24 saetên borî de ji ber vîrûsa koronayê 211 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 15 hezar û 314 kesan.
-
Alî Babacan: Em dê hemû mafên xwezayî yên welatiyên xwe binasin
Kanûn 08, 2020 13:06Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ragihand ku derbarê mafê zimanê dayîkê de ragihand ku ew dê hemû mafên xwezayî yên welatiyên binasin û got: “Em dizanin mafê zimanê zikmakî yên welatiyên me wek şîrê dayîka wan helal e.”
-
HDP: Li avahiya me ya Stenbolê cîhazê guhdarîkirinê hat dîtin
Kanûn 08, 2020 05:08HDPê ragihand ku li avahiya wan a li Stenbolê cîhazekî(wesîleyekî) guhdarîkirinê hatiye dîtin û ew dê delîlên li ser vê bûyerê aşkere bikin.
-
Soylu derbarê “destdirêjiya li Êlihê” daxuyanî da
Kanûn 08, 2020 04:27Tê gotin ku li Êlihê 27 kesan destdirêjî li keçeke 15 salî kirine ku di nav wan de serbaz, polîs û cerdevan jî hene û Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daxyaniyek da û ew weke “derew” binav kir.
-
Li Meclisa Tirkiyê hevdîtinên budçeyê dest pê kirin
Kanûn 07, 2020 14:45Hevdîtinên Budçeya Navendî ya Sala 2021’an bi axaftina Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay dest pê kirin.
-
Li Stenbolê, Du karkerên di bin hezazê de man jiyana xwe ji dest dan
Kanûn 07, 2020 14:44Li navçeya Arnavûtkoyê du karkerên ku di bin hezaza li kaneke keviran çêbû de man jiyana xwe ji dest dan.
-
Bajarê Qersê bi barîna berfê kirasê spî li xwe kir
Kanûn 07, 2020 14:36Li Qersê berfa ku nîvê şevê dest bi barînê kir, binavber didome.