-
Bi sedan nûciwanên tirkiyeyî ji ber "Bêrêziya li Erdoxên" hatine darizandin
Kanûn 21, 2020 00:39Wezareta Dadweriyê ya Tirkiyê di salên dawiyê da bi sedan nûciwanên tirkiyeyî ji ber Bêrêziya li Receb Teyib Erdoxanê serokomarê vî welatî darizandine.
-
Yewnanistan: Dê cezayên li dijî Tirkiyê berfirehtir bibin
Kanûn 20, 2020 18:52Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got cezayên YE’yê û Smerîkayê yên li dijî dewleta Tirkiyê pêngava yekemîn e û ihtîmaleke mezin heye ku dê ceza li dijî ferd û saziyên din ên tirk jî pêk bên.
-
Li Tirkiyê 241 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Kanûn 20, 2020 15:36Wezareta Tendirustî ya Tirkiyê ragihand ku 241 kesên din bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û testa 22 hezar û 195 kesan jî pozîtîv derketiye. Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca da zanîn ku hejmara nexweşên giran û pêketiyên aktîv kêm dibe û bandora tedbîran jî tê dîtin.
-
Hejmara qurbaniyên bûyera nexweşxana Dîlokê gihîşt 10 kesan
Kanûn 20, 2020 15:05Lêpirsîna şewata ku li nexweşxaneyeke taybet a li bajarê Dîlokê li Tirkiyê di beşa nexweşên giran a vîrusa Coronayê (Kovîd-19) de ji ber amûra oksîjenê derket berdewem e. Hejmara qurbaniyên wê şewatê bo 11 kesan zêde bû.
-
Ji %44ê ciwanên Kurd naxwazin hezkiriya wan Tirk be
Kanûn 20, 2020 11:41Li gorî lêkolînekê %44ê ciwanên Kurd naxwazin hezkiriya wan Tirk be.
-
Li Wanê erd hejiya
Kanûn 20, 2020 08:10Li parêzgeha Wanê başûrê rojhilatê Tirkiyê yê kurdan erd hejiya. Li bajarên derdorê jî hest bi erdhejê hat kirin.
-
Davutoglu: Em dê mafê kesên li Sûrê vegerînin
Kanûn 20, 2020 06:28Serokê Partiya Pêşerojê ya Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragihand ku eger ew bibin desthilatdar, kesên li navçeya Sûrê ya Amedê mafê wan hatine binpêkirin, dê mafê wan li wan vegerînin.
-
Ofîsa Karûbarên Mirovî: Divê NY sînorekî ji Tirkiyê re deyne
Kanûn 20, 2020 05:52Ofîsa Karûbarên Mirovî ya bakur û rojhilatê Sûriyê bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî kir ku sînorekî ji êrîşêîn Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê re deyne û got: “Ew li dijî xelkê sivîl komkûjiyan pêk tînin û ava vexwarinê jî li ser Hesekî qut dikin.”
-
Colemêrg - Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
Kanûn 19, 2020 10:30Yek ji bajarên hewaya wê herî qirêj Colemêrg e. Hema bibêje mirovan jehrî dike. Welatiyan anî ziman ku ev ji ber komirê bêkualîte ya "alîkariyê" ye û xwestin xebatên ji bo gaza xwezayî rojek berî rojekê biqedin.
-
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn da 246 kes mirin
Kanûn 19, 2020 10:30Di 24 saetên dawîn da 205 hezar û 809 testên Kovîd-19ê hatin kirin, jimara nexweşên giran bû 5 hezar û 707, tedawî/karantînaya 31 hezar û 945 kesan qediya û jimara başbûyiyan derket milyonek û 753 hezar û 552yan.