-
Îdiaya Tirkiyê derbarê girtina serkirdeyê nû yê DAIŞê
May 26, 2022 12:32Medyaua Tirkiyê ji zarê rayedarên vî welatî îdia kir ku di operasyonekê de li Stenbolê, Emîrê DAIŞê Ebu Hesen El Qureyşî hate girtin û Serokmarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dê zanyariyan li ser vê mijarê eşkere bike.
-
Weşanxaneyên Kurdî bo pêşengeha li Bedlîsa Kurdistana Tirkiyê nehatine vexwendin
May 26, 2022 15:15Weşanxaneyên Kurdî bo “Pêşengeha Pirtûkan a Bedlîsê a Yekemîn” li Kurdistana Tirkiyê nehatin vexwendin.
-
Tirkiye îro derbarê êrîşa ser kurdên Sûriyê û dagirkirina pareke din ji axa Sûriyê de biryar dide
May 26, 2022 12:34Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK) îro 26ê Gulanê li Enqerê bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û di rojeva civînê de hitmala operasyoneke nû ya artêşa Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê û dagirkirina pereke din ji axa Sûriyê jî heye.
-
Çavuşoglu li erdên dagirkirî yên Filistînê: Em û Îsraîl dixwazin pêywendiyên xwe bihêz bikin
May 25, 2022 15:51Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, ku bi serdanake li erdên dagirkirî yên Filistînê (Îsraîlê) ye ragihand ku "(Bi Îsraîlê re) Em di heman fikrê da ne ku di gelek waran de pêwendiyên xwe nû bikin û ji niha û pê de mekanîzmayên cuda ava bikin."
-
Tirkiyê û PKKê derbarê şerên xwe de li Zap û Avaşînê amareke nû belav kirin
May 25, 2022 14:23Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku operasyona wan a li dijî PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de û bi taybet li devera Zap, Avaşîn-Basyanê berdewam e û got, ji destpêka operasyonê ve heta niha zêdeyî 100 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane. Çavkaniyên PKKê jî ragihandin ku di şerê duh de bi tenê 12 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.
-
Dersînorkirina berfireh a koçberên ji Tirkiyê
May 25, 2022 12:27Derxistina koçberan ji Tirkiyê ji destpêka îsal ve %70 zêde bûye.
-
Koçberiya doxtiran li Tirkiyê zêde dibe
May 25, 2022 09:11Krîza aborî ya li Tirkiyê doxtir neçar kiriye ku ji vî welatî koç bikin.
-
Amerîkayê têkildarî îhtîmala operasyonekê li dijî kurdên Sûriyê daxuyanî da
May 25, 2022 04:41Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price derbarê gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên ji bo operasyoneke nû li dijî kurdên Sûriyê de got: “Em ji zêdebûna çalakiyên leşkerî yên li bakurê Sûriyeyê bi fikar in û piştgiriyê didin sekinandina xetên agirbestê. Divê rêz li agirbestê were girtin û Tirkiye rêzê bo daxuyaniya hevpar a Cotmeha 2019an nîşan bide.”
-
Tirkiye: 3 leşkerên me hatin kuştin
May 24, 2022 11:39Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro (Sêşemî) ragihand, li nav axa Herêma Kurdistana Iraqê di navbera hêzên wan û hêzên PKKyê de şer derktiye û di encamê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.
-
Meral Daniş Beştaş: AKP bi Topal Osman gefan li Kurdan dike
May 24, 2022 11:30Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş ragihand ku desthilata AK Partiyê bi Topal Osman gefan li Kurdan dike û got: "Kesên ev kar kirine divê ji kar bên dûrxistin."