-
Li Stenbolê 285 koçber hatin desteserkirin
Hezîran 01, 2022 11:58Li navçeya Esenyurtê ya ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, 285 koçber hatin desteserkirin.
-
Erdogan: Ewropî piştgiriya rêxistinên terorîst dikin
Hezîran 01, 2022 16:13Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser axa Sûriyê û kurdên vî welatî kir û ragihand, Em derbasî qonaxeke nû ya biryara xwe ya avakirina herêmeke ewle ya bi kûrahiya 30 kîlometreyan dibin. Em dê Til Rifet û Minbicê ji terorîstan paqij bikin.”
-
Li Tirkiyê bihayê gazê %30 heya %40 hat zêdekirin
Hezîran 01, 2022 13:08Li Tirkiyê bihayê gaza ji bo malan tê bikaranîn %30 û bihayê gaza di pîşesaziyê de tê bikar anîn %40 hat zêdekirin.
-
Tirkiyê tetbîqata NATOyê ya li Behra Reş betal kir
Hezîran 01, 2022 11:39Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand ku Enqerê li gor Peymana Montreux(Montro), tetbîqatên NATOyê yên ku hatibûn plankirin li Behra Reş betal kir.
-
Amerîkayê nîgeraniya xwe li hember niyeta Tirkiyê ragihand
Hezîran 01, 2022 06:44Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên Tirkiyê li bakura Sûriyê û li dijî kurdên vî welatî ragihand û daxwaz kir ku agirbest neyê xerakirin.
-
Gefên Tirkiyê yên li dijî kurdên Sûriyê tundtir dibin
Hezîran 01, 2022 04:57Gefên Tirkiyê yên derbarê pêkanîna operasyoneke nû ya serbazî de ser çend navçeyên din ên bakurê Sûriyê û kurdên vî welatî li navxwe û derveyî Tirkiyê bûn sedema nerazîbûnan.
-
Encamên rapirsîna Metropoll'ê: Rêjeya dengên HDPê %13.8 e
May 31, 2022 21:14Li gor rapirsiyeke Kompanyaya Lêkolîn û Rapirsiyan a Metropollê li Tirkiyê, rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê %40.7 e û rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %37.7 e. Dengên HDPê jî %13.8 e.
-
Erdoxan û Pûtîn bi rêya telefonê axivîn
May 31, 2022 05:27Serokên Tirkiye û Rûsiyê derbarê qeyrana Ukraynê ûalûgorên navçeyî axivîn.
-
RTUKê ji ber gotinên serokê CHPyê kanalên televizyonê ceza kirin
May 30, 2022 13:43Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan a Tirkiyê ji ber weşandina vîdeoya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ya derbarê Erdogan de ku dibêje bi rêya Weqfên TURGEV û Ensarê pere veguhestine Amerîkayê, li ser kanalên KRT, Tele 1, Flash û Halk TV cezayê pereyan sepand.
-
Rapirsiya herî dawî li Tirkiyê: Tifaqa Millet 7 puen li pêş e
May 30, 2022 13:42Li gor rapirsiya dawî ya Kompanyaya Lêkolînê ya MAKê Tifaqa Millet, 7 puenan li pêş Tifaqa Cumhur e. Ji sedî 61ê beşdarî rapirsiyê jî bûne ji reqemên enflasyonê bawer nakin û dibêjin enflasyon ji tişta tê ragihandin zêdetir e.