-
Li Meletiyê 227 koçberên Efxanistanê bo welatê wan hatin vegerandin
Hezîran 19, 2022 03:01Li parêzgeha Meletî ya Kurdistana Tirkiyê 277 koçberên Efxan ku li Navenda Vegerandina Koç û Koçberan dihatin ragirtin, bi balafiran bo welatê wan hatin vegerandin.
-
Soylu di çarçêva guhertina demografiya deverên dagirkirî yên Sûriyê de derbasî Girê Spî bû
Hezîran 19, 2022 04:44Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbasî bajarê Girê Spî yê kurdên sûriyê bû ku ji aliyê Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê dagir bûye û di nav erebên hawirde û kesên di malên kurdan bi cih bûne de got ku ji bo vegera penaberên Sûriyê ew li ser projeyeke nû dixebitin.
-
Swêdê çalakiyên endamên PKK'ê sînordar kirin
Hezîran 18, 2022 17:18Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde diyar kir ku dîmenên li ser medyaya civakî tên belavkirin û tên îdiakirin ku ew piştgiriyê didin PKKê, rastiyê nîşan nadin. Tê diyarkirin ku ev dîmen bi zanebûn hatine belavkirin ji bo ku Swêd tevlî NATOyê nebe.
-
Bi mûşekan êrişî binkeya Tirkiyê ya devera dagirkirî ya Başîqê kirin
Hezîran 18, 2022 05:07Hat ragihandin binkeya leşkeriya Tirkiyê ya bi navê Zîlkan li naçveya Başîqê ya Mûsilê êvara duh înê dîsa rastî êrîşa mûşekî hat.
-
Serokê Rêxistina Amedê yê MHPê bi tawana destdirêjiyê hat girtin
Hezîran 18, 2022 04:28Serokê Rêxistina Amedê yê partiya Tevgera Nijadperest (MHP) Cîhan Kayaalp bi tawana destdirêjiyê hat girtin.
-
Li Stenbolê 11 rêvebirên HDPyê hatin desteserkirin
Hezîran 16, 2022 13:48Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê 11 rêvebirên wan ên navçe û bajarê Stenbolê desteser kirine. Tê amajekirin hejmara kesên werin desteserkirin, dibe ku zêde bibe.
-
16 rojnameger li Amedê hatin girtin
Hezîran 16, 2022 08:46Ji 8'ê mehê ve 22 kes dibin çavna de bûn û duh êvarê piştî îfadeyê ji wan 16 rojnameger ji wan hatin girtin.
-
Erdoxan û Stoltenberg bi rêya telefonê axivîn
Hezîran 16, 2022 04:17Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bi rêya telefonê axivîn.
-
Li Tirkiyê nirxê benzînê dîsa zêde bû
Hezîran 15, 2022 17:17Bihayê benzînê li Tirkiyê di nava hefteyekê de 3 caran zêde bû û derket asta herî bilind.
-
Erdogan soz da ku heya saleke din çavkaniyên gazê yên Behra Reş bi dest dixe
Hezîran 15, 2022 05:15Serokomarê Tirkiyê ku dixebite dengên gelên Tirkiyê ber bi xwe ve bikişîne soz û propagandeyên xwe zêde kirine û di vê çarçêvê de destnîşan kir ku gaza ku ji Behra Reş tê derxistin dê ji destpêka sala 2023an ve bikeve dewra bikaranîna navxweyî.