-
Erdoxan bi Serokwezîrê Swêdê Andersson ra bi têlefonê axivî
Hezîran 25, 2022 23:08Serokomarê Tirkiyê Erdoxan bi Serokwezîrê Swêdê Magdalena Andersson ra bi têlefonê axivî.
-
Dibe ku HDP berendamê xwe ji bo hilbijartina serokkomartiya Tirkiyê bide nasandin
Hezîran 25, 2022 19:26Rêberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê li ser diyarkirina berendamê vê partiyê ji bo hilbijartina bê ya serokkomartiyê gotûbêj dikin.
-
Tawanbariya kuştina Xaşiqçî li Tirkiyê ji ser 6 erebistaniyan hat rakirin
Hezîran 25, 2022 18:12Saziya Dadweriya Tirkiyê 26 welatiyên erebistanî ku bi sûcê hebûna destê wan di kuştina Cemal Xaşiqçî rojnamevanê rexnekirê siûdî tawanbar in, bêguneh dide zanîn.
-
Tirkiye li hemberî biryarên civîna Yekîtiya Ewropayê bertekên tund nîşan dan
Hezîran 25, 2022 09:56Wezareta Derve ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Cihê mixabiniyê ye ku biryarên ku di Civîna Yekîtiya Ewropayê de hatine girtin tê de dîtineke bi neyarî, kor û ne rast li hember Tirkiyê dikeve ber çavan."
-
Swêd û Fînlanda ji bo ku bibin endamên NATOyê, divê guh bidin daxwaza Tirkiyê
Hezîran 25, 2022 05:06Berdevkê Serokomariya Tirkiyê got, heta ku Swêd û Fînlanda daxwazên Enqerê pêk neynin, di derbarê pêşniyarên NATOyê de ti pêşketin çênabe.
-
Li Kocaeliyê 136 koçberên Efxan hatin dersînorkirin
Hezîran 24, 2022 19:16Li parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyê, 136 koçberên Efxan ku bi awayekî neyasayî derbasî Tirkiyê bûbûn bo Efxanistanê hatin vegerandin.
-
Li Amedê 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
Hezîran 23, 2022 10:05Li navçeya Lîceyê ya Amedê di şerê rû dayî navbera hêzên Tirkiyê û PKKyê de 2 eşkerên Tirkyeyê hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
-
Pervîn Buldan û Mîthat Sancar serdana Demirtaş û Mizrakli kir
Hezîran 23, 2022 04:23Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar serdana Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli yên ku li Girtîgeha Edîrneyê ya Tirkiyê girtî ne kirin.
-
Erdoxan û Bin Selman li Tirkiyê civiyan
Hezîran 23, 2022 03:45Serokomarê Tirkiyê û welîehdê Erebistanê duh Çarşemê li Tirkiyê civiyan.
-
Desgirtiya Cemal Xaşuqcî: Serdana Bin Selman bo Tirkiyê rastiya kujerbûna wî bû naguhere
Hezîran 22, 2022 19:23Desgirtiya rojnamevanê kuştî yê Siûdî got ku sefera welîehdê Erebistana Siûdî bo welatên din nikare bibe sîwana sûcê wî.