-
Balyozê Swêdê yê Enqerê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin
Tîrmeh 24, 2022 08:00Balyozê demkî yê Swêdê yê Enqerê, ji ber xwepêşandana alîgirên PKK'yê li bajarê Gothenburgê yê Swêdê bo Wezareta Derve ya Tirkiyê hat bangkirin.
-
Li Edîrneya Tirkiyê 215 koçberên Efxan tên deportkirin
Tîrmeh 24, 2022 12:21Li Navenda Koçberan a li bajarê Edîrne ya Tirkiyê 215 koçberên Efxan ku biryar e bo welatên xwe bên deportkirin bo Stenbolê hatin şandin.
-
Rapirsî: Ji sedî 86ê xelkê Tirkiyê dibêjin aborî nebaş e
Tîrmeh 24, 2022 12:20Li gor rapisiyeke Navenda Lêkolîn û Rapirsiyan a Ipsosê ji sedî 86ê xelkê Tirkiyê dibêjin, rewşa aborî nebaş e û di nav 27 welatan de Tirkiye yekem welat e ku herî kêm baweriya xelkê bi aboriya welatê wan tê.
-
Tirkiye girtina dibistanên tirkî yên li Yewnanîstanê protesto kir
Tîrmeh 23, 2022 12:32Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê çalakiya Yewnanîstanê ya girtina dibistanên Tirk-zimanan li Trakyayê şermezar kir.
-
Êrîşa sîber li ser malpera Turkish Airlines
Tîrmeh 23, 2022 11:39Çavkaniyên iraqî êrişa sîberî li ser malpera Turkish Airlines (Rêhewayên Tirkiyê) ragihandin.
-
Hevserokê HDP'yê Divê hikûmeta Tirkiyê were sekinandin
Tîrmeh 22, 2022 06:37Mîdhat Sencer hevserokê HDP'yê li axiftinekê tevî şermezarkirina komkujiya Zaxoyê ragihand ku partiya wî wê ji bo darizandina sebebkarên vê cinayetê hewl bide.
-
Daxwaza Erdogan ji Rûsya û Îranê piştî civîna Astanayê
Tîrmeh 21, 2022 08:11Serokomarê Tirkiyê ji Tehran û Moskowê xwest ku di şerê dijî komên têrorîst li bakurê Sûriyê alîkariya Enqerê bikin.
-
HDP: Berpirsiyara Komkujiya Zaxoyê ku duyemîn komkujiya Roboskî ye, dewleta Tirk e
Tîrmeh 21, 2022 06:32HDPê di daxuyaniya xwe ya derbarê bombardûmana Hêzên Çekdar ên Tirkiyê ya li Zaxoyê de got “Berpirsiyarê vê qetlîama ku wê weke duyemîn komkujiya Roboskî bikeve dîrokê, di aliyê siyasî û hiqûqî de desthilata Tirkiyê ye. Ev komkujî di heman demê de tê wateya êrîşa li ser serweriya welatekî din jî.”
-
Tirkiyê xwe ji bin barê berpirsatiya bombebarana Zaxoyê direvînê û di vê barê de daxuyaniyek belav kir
Tîrmeh 21, 2022 04:57Wezareta Derve ya Tirkiyê ku artêşa vî welatî bi bombebaran û topbarana seyrangeheke Zaxoyê bi dehan kesên sivîl kuştin û birîndar kirin, li ser vê bombebaranê daxuyaniyek belav kir û hewl da ku Tirkiyê ji bin barê berpirsatiya vê cinayetê derxe.
-
Daketina nirxê lireyê li Tirkiyê jiyana welatiyan zehmet kiriye
Tîrmeh 20, 2022 12:13Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerikî berdewam e û ev yek jî rasterast bandorê li jiyana welatiyan dike.