-
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan çû Rûsyayê
Tebax 05, 2022 07:37Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdoxan li ser vexwendina Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn bi "TUR"a balafira taybet di saet 13.00an da çû Soçiya bajarê Rûsyayê.
-
Dîmen - Li Wan û Meletiyê berhevkirina qeysiyan didome
Tebax 05, 2022 12:07Li Meletiyê cotkar qeysiyên xwe berhev dikin.
-
Serokê Giştî yê CHP'yê gihîşt gundê Roboskiyê
Tebax 04, 2022 11:06Serokê Giştî yê CHP'yê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya "Hevdîtina Helalkirinê" de îro beriya kêliyekê gihîşt gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê li Tirkiyê ku di sala 2011'an de 34 welatiyên wî gundî di bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê de hatibûn komkujkirin.
-
HDP: Hikûmeta Tirkîyê divê dest ji êriş û dagirkerîya dijî Şingalê bikişîne
Tebax 04, 2022 06:30Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji hikûmeta Tirkîyê xwest ku dest ji êriş û dagirkerîya dijî Şingalê bikişîne û qirkirina êzidîyan bi fermî nas bike.
-
Di hilbijartinên bê yên Tirkiyê de dengê yekemiyan wek paniya Aşîl a Erdogan e
Tebax 03, 2022 18:20Di hilbijartinên giştî yên sala 2023an de, dê dengên yekemiyan bibe paniya Aşîlê ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi gotineke din Erdogan dê dengên yekemiyan winda bike.
-
Demîrtaş: Operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê tenê di berjewendiya AKP-MHPê de ye
Tebax 03, 2022 08:42Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş da xuyakirin, her operasyoneke nû li ser kurdên Sûriyê û bakurê vî welatî, tenê di berjewendiya desthilata AKP-MHPê de ye û bang li demokrasîxwazan kir, li dijî operasyonê rawestin.
-
Serokê CHPê bi 120 parlamenterên xwe re li Erziromê ye
Tebax 02, 2022 18:23Partiya Komarî ya Gel (CHP) civîna xwe heftane ya Parlemanê li Erzeromê li dar xist. Şanda CHPê bi pêşengiya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû, bi 120 parlamenterên xwe ve piştî civîna grûpa CHPê, li Erziromê dê serdana dikandaran bike û bi rêvebirên saziyên sivîl û kesayetên ku pêşengiya civakî dikin re hevdîtin pêk bîne.
-
Ji despêka îsal heya niha zêde ji 132 hezar koçber li Tirkiyê hatine destserkirin
Tebax 02, 2022 17:25Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand ku ji destpêka îsal ve di nav Tirkiyê de 132 hezar û 430 koçberên neqanûnî hatine destserkirin û 61 hezar û 14 ji wan jî bo welatê wan hatine deportkirin.
-
Xuriya Meymûnanan li Tirkiyê
Tebax 02, 2022 16:56Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku li Tirkiyê 5 haletên nexweşiya Xuriya Meymûnan hatine dîtin û ji wan 4 kes baş bûne, lê kesek hîn jî di qerentînê de ye.
-
Firotina rojnameyan li Tirkiyeyê daket bin 2 mîlyonî
Tebax 02, 2022 07:22Li Tirkiyeyê di 5 salên dawî de hejmara firotina rojnameyan her ku çûye daketiye û daketin gihîştiye sedî 50'î. Yekem car e hejmara firotina rojnameyan dadikeve bin 2 mîlyon hebî.