Desteserkirina Wezîra berê ya hikûmeta Erdogan tîkildarî dosîya gendelîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i361272-desteserkirina_wezîra_berê_ya_hikûmeta_erdogan_tîkildarî_dosîya_gendelîyê
Fatma Betül Sayan Kaya, Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyê û kesayeteke payebilind a di nava Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar de, bi sedema dozeke têkildarî binpêkirinên darayî di sindoqên sermayeguzarîyê yên borsaya vî welatî de, hat desteserkirin.
(last modified 2026-11-07T10:31:48+00:00 )
Tesrîn 07, 2026 08:16 Asia/Tehran
  • Desteserkirina Wezîra berê ya hikûmeta Erdogan tîkildarî dosîya gendelîyê

Fatma Betül Sayan Kaya, Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî ya Tirkiyê û kesayeteke payebilind a di nava Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar de, bi sedema dozeke têkildarî binpêkirinên darayî di sindoqên sermayeguzarîyê yên borsaya vî welatî de, hat desteserkirin.

 

Dadgeheke Stenbolê, piştî nirxandina îdiayên li dijî vê rayedara berê ya ji hikşmeta Erdogan, bi tohmeta binpêkirina yasayên bazara sermayeyê û beşdarbûna di komeke rêxistinkirî bi armanca sûckarîyê de, biryara girtina wê da. Li gorî agahiyan, Sayan Kaya tê tohmetbarkirin ku bi bikaranîna agahiyên nepenî û danîna têkiliyan ligel rêveberên sindoqên veberhênanê, di danûstandinên gumanbar ên borsayê da beşdar bûye.

Li gorî raporên derbarê vê dozê de, nirxê veberhênanên ku bi wê ve girêdayî ne, di heyama çar mehan de ji 63 milyon lîreyan rabûye 1,3 milyar lîreyan; her wiha tê îdiakirin ku pişkên navborî tenê rojek beriya ragihandina feshkirina sindoqên veberhênanê hatine firotin. Lêbelê, hûrguliyên van hejmaran hêj ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine piştrastkirin.

Fatma Betül Sayan Kayayê îdiayên ku li dijî wê hatine kirin red kirin û pêvajoya mehkemekirinê ya têkildarî dozê jî berdewam e.