Parlamentera DEM Partiyê: Di pêvajoyê de xitimîneke cidî heye
Meral Daniş Beştaş Parlamentera DEM Partiyê ragihand ku di pêvajoya çareseriyê de xitimîneke berbiçav heye u ji bo derbaskirina vê xitimînê banga avêtina gavên berbiçav li hikûmeta Tirkiyê kir.
Meral Daniş Beştaşê dema nirxandina rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê, helwesta hikûmeta Tirkiyê û astengiyên li pêşiya pêkanîna yasaya taybet a pêvajoya çareseriyê, bal kişand ser neavêtina gavên berbiçav ên ji aliyê desthilatê ve û got:"Li gorî nêrîna min pirsgirêka bingehîn ew e ku îradeya siyasî naguhere gavên berbiçav û hiqûqî.
Wê herwiha got: Yasaya çarçoveyê heye, beriya wê rapora komîteya Parlamentoyê heye lê di avakirina zemîna hiqûqî de derengxistineke cidî heye.
Parlamentera DEM Partiyê pêgirî kir: Di qonaxa niha de xitimîneke cidî heye. Gotinek heye dibêje 'bi gotinan keştî nameşe'."