Bûyereke mirinbar di Kapadokiya ya Tirkiyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i361134-bûyereke_mirinbar_di_kapadokiya_ya_tirkiyê_de
Di encama hilweşîna beşek ji zinarên navbang ên ku wekî Kuleka Periyan tên naskirin li herêma geştyarî ya Kapadokyayê li navenda Tirkiyê de , sê kes ji wan rojnamevanek û hevjîna wî jiyana xwe ji dest dan û pênc kesên din jî birîndar bûn.
(last modified 2026-10-31T11:24:29+00:00 )
Çirî 31, 2026 08:59 Asia/Tehran
  • Bûyereke mirinbar di Kapadokiya ya Tirkiyê de

Di encama hilweşîna beşek ji zinarên navbang ên ku wekî Kuleka Periyan tên naskirin li herêma geştyarî ya Kapadokyayê li navenda Tirkiyê de , sê kes ji wan rojnamevanek û hevjîna wî jiyana xwe ji dest dan û pênc kesên din jî birîndar bûn.

 

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, barana giran bû sedem ku pêkhateyên xwezayî yên zinaran li herêmê sist bibin; di encamê de perçeyên zinaran işkestin û li ser geştyaran ketin ku ev yek bû sedema mirina sê kesan. Di vê bûyerê de ku li ber deriyê Muzexaneya Servekirî ya Gureme ya li parêzgeha Nevşehîrê qewimî, rojnamevanekî tirkiyeyî , hevjîna wî û geştyarekî firansî jiyana xwe ji dest dan.

Aliyê trajîk ê vê bûyerê ew e ku rojnamevanê tirkiyeyî û hevjîna wî tenê çar mehan berî viya, di 5`ê Tîrmeha 2026`an de, zewicîbûn û ji bo betlaneyê çûbûn Kapadokyayê. Di bûyerê de pênc geştyarên din jî birîndar bûn ku çar ji wan piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatin derxistin, lê zarokekî firansî yê heşt salî hîn jî di bin çavdêriya pijîşkî de ye. Serdozgeriya Komarê ya Nevşehîrê derbarê sedema rastîn a bûyerê de lêpirsîneke hiqûqî da destpêkirin.