Tirkiyê rêjeya enflasyona xwe ya salane 29.73% ragihand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i360682-tirkiyê_rêjeya_enflasyona_xwe_ya_salane_29.73_ragihand
Dezgeha Amarê ya Tirkiyê, rêjeya enflasyona salane ya vî welatî di meha Îlonê da 29 û 73 sedî sed ragihand.
(last modified 2026-10-05T15:09:24+00:00 )
Çirî 05, 2026 18:37 Asia/Tehran
  • Tirkiyê rêjeya enflasyona xwe ya salane 29.73% ragihand

Dezgeha Amarê ya Tirkiyê, rêjeya enflasyona salane ya vî welatî di meha Îlonê da 29 û 73 sedî sed ragihand.


Li gorî amara fermî, endeksa bihayê bikarhêner di Îlonê da li gorî meha raborî sedî 1.84 zêde bûye. Koma serbixwe ya lêkolînên enflasyonê ya Tirkiyê, bi navê “ENAG”, rêjeya enflasyona salane pir bilindtir û 46.61 % texmîn kiriye. Vê komê herwiha enflasyona mehane ya Îlonê 2.10% ragihandiye. Bi vî awayî, di navbera amara fermî ya Tirkiyê û texmîna koma serbixwe da, 16.88% nakokî heye. Enflasyon û zêdebûna têçûyên jîyanê hema wisa yek ji girîngtirîn pirsgirêkên aborî yên Tirkiyê tê hesibandin û rasterast bandorê li şiyana kirrînê ya malbatan dike.