Erdogan: Em ê bi micidî pêvajoya cihanîna Qanûna Çarçoveyê bi pêşde bibin
Tebax 18, 2026 18:40 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê derbara cihanîna qanûna nasiyar bi xurtkirina hevgirtina neteweyî û hevdengiya civakî agahî da û tekezî li ser cihanîna wê ya deqîq û cidî kir.
Receb Teyib Erdogan destxweşî li partî û nûnerên beşdarê pejiarandina vê qanûnê kir û got: Hikûmeta Tirkiyê dê bi hevkariya saziyên hikûmetê, pêvajoya cihanîna wê bi diqet û micidî û nêta xêrê bişopîne. Serokkomarê Tirkiyê her wiha tekez kir ku di cihanîna vê pêvajoyê de, hesasiyetên hemî çîn û qatên civakê dê bên berçav girtin. Ev qanûn bi piraniya dengê parlemanê hat pejirandin û hin mekanîzm jibo çekdanîn û vegeriyana endamên PKK bo jiyana sivîl pêşbînî kirine.
Serepeyv