Parlimanterekî tirkîyeyî: Boykotên dijî Îranê neqanûnî ne u derbê li ummeta islamê dixin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357655-parlimanterekî_tirkîyeyî_boykotên_dijî_Îranê_neqanûnî_ne_u_derbê_li_ummeta_islamê_dixin
Endamekî parlimana Tirkîyê tevî şermezarkirina zext u boykotên welatên rojavayî yên dijî Îranê, pêgirî kir: Ev sîyaseta emrazeke zextê ji bo neçarkirina Îranê derheq qebûlkirina gotina wan e û istiqrara navçeyê dike armanc.
(last modified 2025-12-26T11:30:32+00:00 )
Kanûn 26, 2025 10:48 Asia/Tehran
  • Parlimanterekî tirkîyeyî: Boykotên dijî Îranê neqanûnî ne u derbê li ummeta islamê dixin

Endamekî parlimana Tirkîyê tevî şermezarkirina zext u boykotên welatên rojavayî yên dijî Îranê, pêgirî kir: Ev sîyaseta emrazeke zextê ji bo neçarkirina Îranê derheq qebûlkirina gotina wan e û istiqrara navçeyê dike armanc.

Şerefedîn Kiliç parlimanterê Partîya Seadetê li meclisa Tirkîyê pêgirî ser cîgeha sitratejîk a peywendîyên Îran u Tirkîyê kir u ew peywendî raserî babeteke tenê dîplomatîk zanî û got ku ew peywendî beşeke istiqrar, ewlehî u berdewambûnê li herêmê u herwiha semboleke hevgirtina ummeta islamê ne. 

Kiliç pêgirî kir: Sepandina boykotan ser Îranê da ne ji hêla hiqûqê, ne ji hêla exlaqê u ne jî ji hêla merivantîyê va rewa ye u pêwîst e ku civaka cihanî nemaze welatên misilman helwesta isûlî ya şermezarkirina wan sîyasetên welatên rojavayî yên dijî Îranê nîşan bidin.