Riswatiya li Parlemana Tirkiyê: Biryara desteserkirina 4 kesan hat dayîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357470-riswatiya_li_parlemana_tirkiyê_biryara_desteserkirina_4_kesan_hat_dayîn
Di dosyeya destdirêjiya li ser hejmarek xwendekarên keç a li Parlemana Tirkiyê de biryara desteserkirina 4 kesên din hat dayîn.
(last modified 2025-12-13T11:08:57+00:00 )
Kanûn 13, 2025 14:31 Asia/Tehran
  • Riswatiya li Parlemana Tirkiyê: Biryara desteserkirina 4 kesan hat dayîn

Di dosyeya destdirêjiya li ser hejmarek xwendekarên keç a li Parlemana Tirkiyê de biryara desteserkirina 4 kesên din hat dayîn.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de berê karmendekî Parlamentoya Tirkiyê hatibû girtin.

Lêpirsîna derbarê destdirêjiya li xwendekarên keç ên amadehiya pîşeyî ku li Parlamentoya Tirkiyeyê û temrîn dikirin, berfireh dibe.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihand ku ji bilî xwendekara ku gilî kiriye, îfadeya 3 xwendekarên din jî hatiye wergirtin.

Li ser vê yekê biryara desteserkirina 4 gumanbarên din derket.