Stenbol bereberê erdhejeke xopanker
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i357466-stenbol_bereberê_erdhejeke_xopanker
Di rapora rojnameyeka amerîkî de, derbarê hitmala qewimîna erdhejeke giran li Tirkiyê de hişyarî hatiye dayîn.
(last modified 2025-12-13T10:57:13+00:00 )
Kanûn 13, 2025 14:23 Asia/Tehran
  • Stenbol bereberê erdhejeke xopanker

Di rapora rojnameyeka amerîkî de, derbarê hitmala qewimîna erdhejeke giran li Tirkiyê de hişyarî hatiye dayîn.

Rojnama New York Times`ê di raporekê de  derbarê xetera ku ji ber alûgurên li kûratiya deryaya Marmarê gefê li bajarê Stenbola dixwe da, hişyarî da.

Di vê raporê de htaiye ku encama lêkolînekê nîşan dide ku erdhejên bihêz ber bi deverekê ve diçin ku zanyar ewê Qelişt û şikestina Sereke ya Marmarayê bi nav dikin. Ev qelişîna binê deryayê ketiye başûr- rojavayê Stenbolê û divê were zanîn ku ev dever ji dema erdheja 7.1 rîşterî ya di sala 1766-an ve bi awayekî seyr û ecêb aram e. Pispor u şareza ser vê bawerê ne ku erdheja bê, dikare bihêz be û renge ku rasterast di bin Stenbolê de biqewime.