Ocalan: Çareserkirina mesela kurdan maye ser beşdarkirin û tevlîkirina giştalî a kurdan di Komara Tirkiyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356928-ocalan_Çareserkirina_mesela_kurdan_maye_ser_beşdarkirin_û_tevlîkirina_giştalî_a_kurdan_di_komara_tirkiyê_de
Ebdullah Ocalan tekez kiriye ku çareseriya mesela Kurdan girêdayî ye bi yekîtiya Kurd û tirkan û tevlîkirina giştalî ya rastî ya Kurdan di çarçoveya qanûnî ya Komara Tirkiyê de.
(last modified 2025-11-04T10:48:22+00:00 )
Tesrîn 04, 2025 14:46 Asia/Tehran
  • Ocalan: Çareserkirina mesela kurdan maye ser beşdarkirin û tevlîkirina giştalî a kurdan di Komara Tirkiyê de

Ebdullah Ocalan tekez kiriye ku çareseriya mesela Kurdan girêdayî ye bi yekîtiya Kurd û tirkan û tevlîkirina giştalî ya rastî ya Kurdan di çarçoveya qanûnî ya Komara Tirkiyê de.

Ocalan di hevdîtina sêsietî ya bi şanda Îmraliyê re peywendiya tirk-kurdan du istûnên hezarsalî bi nav kir û banga sererastkirin û xurtkirina wê di rêya aştî û jiyana hevpar de kir. Ocalan armanca pêvajoya niha, berfirehkirina qonaxeke erênî da zanîn ku bikaribe bibe bingehek nû ji bo pêşerojê û got ku ev veguhestin tenê bi xebat û çalakiya berpirsiyarane û zanebûnê ya hemî aliyan dikare serê xwe bigre. Ocalan tekez kiriye ku mesela kurdan divê bi hemû  ber û layên xwe di çarçoveya qanûnî ya Komarê de cih bigre.