Dayîna hikmê girtinê ji bo Îmamoglû bi tawana sîxuriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356805-dayîna_hikmê_girtinê_ji_bo_Îmamoglû_bi_tawana_sîxuriyê
Ji bo şaredarê Stenbolê yê ji kar derxistî û hewskirî, bi tawana sîxuriyê birayara girtinê hat dayîn.
(last modified 2025-10-27T11:21:43+00:00 )
Çirî 27, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • Dayîna hikmê girtinê ji bo Îmamoglû bi tawana sîxuriyê

Ji bo şaredarê Stenbolê yê ji kar derxistî û hewskirî, bi tawana sîxuriyê birayara girtinê hat dayîn.

Serdozgeriya Stenbolê ji bo Ekrem Îmamoglû û her wiha Necatî Ozkan, Rêveberê Navenda hilbijartina wî û Merdan Yanardax , Rêveberê tora nûçeyan a Tele-1`ê ku bi tawana gendelî û çêkirina belgeyên fermî yên sexte di girtîgehê de ne, bi tawana sîxuriyê fermana girtinê da. Serdozgeriya Stenbolê ragihand ku li gorî agahiyan Ekrem Îmamoglû jî li bernama peyamnêriyê ya Vikêr Mî  ku bi rêya wê agahiyên nepenî yên Tirkiyê ji welatên biyanî re dihatin şandin dest hebûye. Ji aliyê din ve, Ekrem Îmamoglû jî ragihandiye ku eva cara yekem e ku ew navê vê bernamê dibihîze û wî qet ev bername tinebûye û ew bikar neaniye.