Nuqumbûna qayiqeke hilgirê koçberên neyasayî li Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356764-nuqumbûna_qayiqeke_hilgirê_koçberên_neyasayî_li_tirkîyê
Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê, belema ku koçber tê de bûn bin nuqumî binê avê bû.
(last modified 2025-10-24T08:56:18+00:00 )
Çirî 24, 2025 11:23 Asia/Tehran
  • Nuqumbûna qayiqeke hilgirê koçberên neyasayî li Tirkîyê

Li navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê, belema ku koçber tê de bûn bin nuqumî binê avê bû.

Li gorî agahiyan 14 koçber xeniqîne û 2 jî hatine rizgarkirin.

Li gor zanyariyên ku ji koçberê rizgarbûyî hatine wergirtin, belem di encama rabûna tofanê da vergerîyaye u nuqumî bin avê bûye û 18 kes tê da hebûne.

Li ser agahdarkirinê, tîmên Ewlehiya Beravê çûne cihê bûyerê û dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kirine.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Muglayê di encama kar û xebatan de meytê 14 koçberan hatine derxistin û bi alîkariya helîkopter û tîmên erkdar lêgerîna ji bo peydakirina koçberên din didome.