Hatîmogullari: Ajawegêrî zêde bûne, divê dewlet gavên berbiçav bavêje
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356741-hatîmogullari_ajawegêrî_zêde_bûne_divê_dewlet_gavên_berbiçav_bavêje
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê hişyarî da ku her ku rîtma pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê de kêm dibe wêrektiya alîgirên şêr zêde dibe.
(last modified 2025-10-22T13:20:50+00:00 )
Çirî 22, 2025 14:52 Asia/Tehran
  • Hatîmogullari: Ajawegêrî zêde bûne, divê dewlet gavên berbiçav bavêje

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê hişyarî da ku her ku rîtma pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê de kêm dibe wêrektiya alîgirên şêr zêde dibe.

Tûlay Hatîmogullari li civîna koma partiya xwe ya li ParlemanaTirkiyeyê de li ser pêvajoya çareseriyê axivî û got: Derfeteke dîrokî di destê Tirkiyeyê de heye. Ev derfet ji bo çareserkirina pirsgirêkeke 100 salî û bidawîkirina şerê 50 salî ye.

Hevseroka DEM Partiyê rexne li hikûmeta Erdoxan û mixalefeta Tirka girt û got: Ew ji bo civakîbûna aştiyê, ne li qadan in û ji bo sererastkirinên yasayî ti gav nehatine avêtin. Wê bangî hikûmet û dewleta Tirka kir ku bi taybetî di warê sererastkirinên yasayî de bikevin qonaxa gavên berbiçav.