Di girtîgehên Tirkiyê de cih nema: Zêdeyî 420 hezar kesî girtî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356681-di_girtîgehên_tirkiyê_de_cih_nema_zêdeyî_420_hezar_kesî_girtî_ne
Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Cezayên Înfazê ragihand ku di girtîgehên Tirkiyê de cih nemaye û zêdeyî 420 hezar kes girtî ne.
(last modified 2025-10-18T11:18:16+00:00 )
Çirî 18, 2025 13:49 Asia/Tehran
  • Di girtîgehên Tirkiyê de cih nema: Zêdeyî 420 hezar kesî girtî ne

Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Cezayên Înfazê ragihand ku di girtîgehên Tirkiyê de cih nemaye û zêdeyî 420 hezar kes girtî ne.

Li gorî raporê li 402 girtîgehên Tirkiyê bi giştî 420 hezar û 904 kes girtî hene.

Tevî ku kapasîteya van girtîgehan 304 hezar û 964 kes e, di raporê de hatiye diyarkirin ku 116 hezar û 18 girtî zêdeyî kapasîteya heyî di girtîgehên Tirka de zîndanî ne.

Li gorî amarên meha çiriya pêşîn, hejmara zarokên girtî li zîndanên Tirka de di zêde bûye û gihiştiye 4 hezar û 561 kesan.