Tirkîyê di meseleya Filistînê da selimandîye him ji kayê dixwe u him ji kadînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356581-tirkîyê_di_meseleya_filistînê_da_selimandîye_him_ji_kayê_dixwe_u_him_ji_kadînê
Endamekî Karwanê Sumûdê piştî ku ji lepên Rejîma Sîyonîst hat azadkirin, got: Gemîyên ticarî bi alaya Tirkîyê li Bendera Eşdûdê sekinîbûn û personel u xizmetkarên tirkîyeyî jî mijûlê karê xwe bûn.
(last modified 2025-10-11T11:30:24+00:00 )
Çirî 11, 2025 17:53 Asia/Tehran
  • Tirkîyê di meseleya Filistînê da selimandîye him ji kayê dixwe u him ji kadînê

Endamekî Karwanê Sumûdê piştî ku ji lepên Rejîma Sîyonîst hat azadkirin, got: Gemîyên ticarî bi alaya Tirkîyê li Bendera Eşdûdê sekinîbûn û personel u xizmetkarên tirkîyeyî jî mijûlê karê xwe bûn.

Mihemed Fatih Sînan endamê Karwanê Alîkarîyê yê Sumûdê ku di nav çalakên digel vî karwanî da bûye u hewil dida xwe bigihîne perravên Zîvala Xezzeyê u ji hêla Rejîma Sîyonîst va hat desteserkirin u paşê hat berdan, zivirî Tirkîyê û got: Tirkîye idia dike peywendîyên Enqere u Tel Avîvê hatine qutkirin, heke rast e, gemîyên Tirkîyê li wir çi dikirin? Eva riswatîyeke tam e! Em gel divê zorê bidin ser hikûmetê, divê nasnama wan gemîyana were aşkirakirin û dewletên li piştperdê alîakrîya vê rejîmê dikin, navê wan were aşkirakirin. Vî endamê Karwanê Alîkarîya Xezzeyê yê Sumûdê got ku em nehêlin derewan bikin u zilmê bidomînin! Dema wê hatîye ku em bixwazin mijar were zelalkirin u pêngava vebirr bê rakirin.