Serokê Parlamentoya Tirkiyê: Ji bilî Tirkî ti zimanên din nabin fermî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356433-serokê_parlamentoya_tirkiyê_ji_bilî_tirkî_ti_zimanên_din_nabin_fermî
 Serokê Parlamentoya Tirkiyê ragihand ku ji bilî zimanê Tirkî ti zimanên din li Tirkiyê wekî fermî nayên qebûlkirin û ev mijar nayê gotûbêjkirin.
(last modified 2025-10-01T11:30:41+00:00 )
Çirî 01, 2025 15:00 Asia/Tehran
  • Serokê Parlamentoya Tirkiyê: Ji bilî Tirkî ti zimanên din nabin fermî

 Serokê Parlamentoya Tirkiyê ragihand ku ji bilî zimanê Tirkî ti zimanên din li Tirkiyê wekî fermî nayên qebûlkirin û ev mijar nayê gotûbêjkirin.

Numan Kurtulmuş got heta ku "hemû pêkhateyên PKKyê, di nav de yên li Sûriyê jî" (Hêzên Sûriya Demokratîk) çekên xwe daneynin, dê sererastkirinên yasayî yên ji bo pêvajoyê neyên kirin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyê got xala krîtîk a pêvajoyê daxuyaniya Rêberê Girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan a ji bo xwefesixkirina PKKyê û piştre jî şewitandina sembolîk a çekan li Silêmaniyê bû û got: “Pêwîst e ku ev pêşhat bidomin û radestkirina çekan bi awayekî pêk bê ku raya giştî ya Tirkiyeyê qanih bibe.

Kurtulmuş li ser mijara perwerdeya bi zimanê dayîkê jî got:

“Ji bilî Tirkî zimanekî din wekî zimanê fermî nayê gotûbêjkirin.