Tirkîye: Hêzên me dê heta jinavbirina gefên terorîstî li Sûrîyê bimînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356247-tirkîye_hêzên_me_dê_heta_jinavbirina_gefên_terorîstî_li_sûrîyê_bimînin
Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku hêzên vî welatî dê ji bo sekinîna himber terorîzmê û parastina sînoran li Sûrîyê bimînin.
(last modified 2025-09-19T09:45:34+00:00 )
Îlon 19, 2025 17:03 Asia/Tehran
  • Tirkîye: Hêzên me dê heta jinavbirina gefên terorîstî li Sûrîyê bimînin

Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê ragihand ku hêzên vî welatî dê ji bo sekinîna himber terorîzmê û parastina sînoran li Sûrîyê bimînin.

Admîral Zekî Ak Turk got: Hêzên çekdar ên Tirkîyê ji bo dabînkirina ewlehîya sînran û welêt, têkoşîna himber terorîzmê û girtina pêşîya pêkhatina korîdoreke terorê li Sûrîyê, di çarçova mafên navdewletî û berevanîya rewa da li Sûrîyê ne. Hêzên me yê tenê di rewşekê da ji Sûrîyê derkevin, dema ewlehîya sînorên me tam were garantîkirin û gefên terorîstî tam ji nav herin. 

Ev gotin di halekî da ne ku di hefteyên buhurî da operasyona lêgerîn û ramalînê li deverên Til Rifet û Mionbicê hatin domadnin û heta niha 605 kîlometre tonel hatine jinavbirin.