Berdevka DEM Partiyê: Îradeya gel bi destnîşankirina qeyûman binpê dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i356115-berdevka_dem_partiyê_Îradeya_gel_bi_destnîşankirina_qeyûman_binpê_dibe
Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser destnîşankirina qeyûman dewsa rêveberên bijartî bo serokatiya Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) li Stenbolê û got: Em bi karên neqanûnî re rû bi rû ne.
(last modified 2025-09-10T12:58:39+00:00 )
Îlon 10, 2025 14:45 Asia/Tehran
  • Berdevka DEM Partiyê: Îradeya gel bi destnîşankirina qeyûman binpê dibe

Berdevka DEM Partiyê bal kişand ser destnîşankirina qeyûman dewsa rêveberên bijartî bo serokatiya Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) li Stenbolê û got: Em bi karên neqanûnî re rû bi rû ne.

Ayşegul Dogan piştî civîna Komîteya Navendî ya partiyê bal kişand ser pirsgirêkên di siyaseta Tirkiyê û pêvajoya gotûbêjên aştiyê de û got: Bi destnîşankirina qeyûman vîna gel tê binpêkirin û ev pêvajo îro gihîştiye kongreyên partiyê jî. Ev kiryar ne qanûnî û ne jî rewa ye. Em wê qebûl nakin. Doganê tekez kir ku ev mijar ne tenê bi partiyek taybet ve girêdayî ye, belku mijarek bingehîn e jibo demokrasiya Tirkiyê. Ev mijar meseleya ewlehiya hiqûqê û berevaniya ji pergala hilbijartinê û siyaseta demokratîk e.